Sefîn Dîzeyî pêswaziya nûnerê konsolê gistî yê Ermenistanê yê li Hewlêrê kir

11 November 2024 13:00 0 dîtin
Sefîn Dîzeyî pêswaziya nûnerê konsolê gistî yê Ermenistanê yê li Hewlêrê kir

PeyamaKurd – Sefîn Dîzeyî yê wezîrê berpirsê wezareta pêwendiyên derve ya Kurdistanê, pêşwaziya nûnerê konsolê giştî yê Ermenistanê yê li Hewlêrê kir.

Sefîn Dîzeyî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê ragihand ku wî bi Andranîk Harutyunyanê nûnerê konsolê giştî yê Ermenistanê yê li Hewlêrê re li ser bûyerên dawî û dînamîkên herêmê nîqaş kirine

Wî di peyama xwe de got, “Me li hev kir ku em pêwendiyên xwe yên dualî xurttir bikin.”

Her wiha wî di heman peyamê de got ku wî spasiya Hikûmeta Ermenistanê û karmendên Konsolosxaneya Giştî ya Ermenistanê ya li Hewlêrê kiriye, ji ber bernameyên wan ên perwerdehiyê yên hêja ji bo karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê.