Sefîn Dîzeyî pêswaziya balyoza nû Spanyayê ya li Iraqê kir

28 October 2024 15:30 0 dîtin
Sefîn Dîzeyî pêswaziya balyoza nû Spanyayê ya li Iraqê kir

PeyamaKurd – Sefîn Dîzeyî, Wezîrê Peymangeha Pêwendiyên Karên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ofîsa xwe pêşwaziya balyoza nû ya Spanyayê ya li Iraqê kir.

Sefîn Dîzeyî, li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir ku wî pêşwaziya balyoza nû ya Spanyayê ya li Iraqê kiriye.

Peyama Sefîn Dîzeyî bi vî awayî ye: “Min bixêrhatina Balyoza nû ya Qraliyeta Spanyayê ya li Iraqê kir û hêviya serkeftinê di erkê wê yê nû jê re de xwest. Me li ser pêvajoya siyasî ya herêmê, bûyerên dawî yên herêmê û serkeftina proseya hilbijartinan gotûbêj kir û tekezî li ser giringiya zêdetir a bipêşxistina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Qraliyeta Spanyayê de kir.”