Sefîn Dîzeyî: Em hewil didin ku nûnertiyên zêdetir vekin

19 July 2023 16:00 0 dîtin
Sefîn Dîzeyî: Em hewil didin ku nûnertiyên zêdetir vekin

PeyamaKurd- Rêvebirê Ofîsa Pêwendiyên Karên Derve yê Herêam Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku ji bo li hin welatan nûnertiyên Herêma Kurdistanê vekin, ew di nav kar û xebatan de ne.

Sefîn Dizeyî, li ser Washingtonê jî diyar kir ku nûneratiya Herêma Kurdistanê li wî welatî heye û got, “Heger guncaw were dîtin, em bi neyet in ku li hinek welatan zêdetir nûneratiyên xwe vekin. Bi taybetî jî em dixwazin li hin welatên erebî nûnertiyên xwe vekin."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, duh di çarçoveya serdana xwe ya Azerbaycanê de ligel Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev civiyabû. 

Di daxuyaniya piştî hevdîtinê de hatibû ragihandin ku Azerbaycan dê di demeke nêzîk de konsulosxaneya xwe li Hewlêrê veke.

Dizeyî da zanîn ku dê Azerbaycan konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke û dê geştên asîmanî ji Azerbaycanê ber bi Herêma Kurdistanê ve werin destpêkirin.

Sefîn Dizeyî eşkere kir ku vekirina konsulxane û ofîsên nûneratiyê li Herêma Kurdistanê û hebûna bi dehan konsulxaneyan li Herêma Kurdistanê, ji bo herêmê nîşanên erênî ne û got,

“Herêma Kurdistanê, xwedî cihekî taybet e. Nûner jî siyaseta hikûmeta xwe dişopînin û ji bo xurtkirina têkiliyan dixebitin."