Sanda Rûsî bi rêveberiya siyasî ya Kobanî re civiya

26 November 2019 17:18 0 dîtin
Sanda Rûsî bi rêveberiya siyasî ya Kobanî re civiya

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 26ê Mijdarê şandeke rûsî bi rêveberiya siyasî ya herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê re civiya.

Li gorî ragihandina medya Kurdistanê şanda Rûsî bi cilûbergên serbazî çûne Kobaniyê û diyar kirine ku armanca serdana wan li ser mijarên karûbarên medenî, xizmetguzarî û hawarhatinê ye.

Hat zanîn ku şanda Rûsî ji 4 rayadarên Rûsî pêk hatibû û ligel hevserokên Desteya Cibicîkar a Kobanê Enwer Mislim û Lemîs Ebdula û Cîgirê Hevserokatiyê Mihemed Şahîn civiyan.

Piştî êrîşên Tirkiyê 13ê Cotmehê Rûsya û HSDê li ser belavbûna hêzên Rûsî û hêzên rêjîma Sûriyê li bajarên Kobanî û Minbicê lihev kiribûn.