Mezlûm Kobanî û Graham bi rêya telefonê li ser rewsa Rojava axivîn
PeyamaKurd - Senatorê Komarî yê Amerîkayê Lindsey Graham peywendiyeke telefonî li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) Mazlûm Kobanî encam da. Di wê peywendiyê de Kobanî û Graham rewşa Rojavayê Kurdistanê hat gotûbêjkirin.
Lindsey Graham li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihand ku wî telefonî Mezlûm Kobanî kiriye û got, “General Mezlûm hewldanên rêveberiya Trump bo sekinandina şer bilind dinirxîne.”
GENERAL MEZLÛM DERBARÊ BINPÊKIRINA AGIRBESTÊ DE NÎGERANIYA XWE ANÎ ZIMÊN
Di wê peywendiya telefonî de Mezlûm Kobanî nîgeraniyên xwe derbarê berdewamnebûna agirbestê ji Graham re aşkere kir û amaje bi wê kir ku ti caran razî nabin bi wan pêşniyazên li Enqerê hatine kirin ku arman jê paqijkirina etnîkî ya Kurdan e.
Lindsey Graham dibêje navçeya aram ji aliyê Kurdan ve hatiye qebûlkirin lêbelê dagirkeriya leşkerî ku dibe sedema koçberbûna bi sedan hezar xelkê sivîl navçeya aram nîne û ‘paqijiya etnîkî’ ye.
EM GELEK HEVSOZ IN LIGEL KURDAN
Senatorê Komarî Graham herwiha gotiye, "hêvîdar im em bikarin rewşekê bibînin hemû alî tê de hebin" û soz bi Mezlûm Kobanî daye ku pêdaçûna kongresê berdewam be û gotiye, “Em gelek hevsoz in li gel daxwazên Kurdan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin