Trump bi Mezlûm Kobanî re peywendiyeke telefonî encam da
PeyamaKurd- Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence aşkere kir ku Serokê Amerîkayê Trump bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî û Serokomarê Tirkiyê Tayyip Erdogan peywendiyeke telefonî encam daye.
Karvedanên operasyona leşkerî ya Tirkiyê bo Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.
Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence aşkere kir ku Donald Trump bo rewşa dawî ya operasyona Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re peyiviye.
TRUMP BI FERMANDARÊ HSDê re AXIVÎ
Di wê peywendiya telefonî de Serfermandarê HSDê Mezlûm Kobanî jî Trump re diyar kiriye ku Kobaî jî bo Kurdan gelekî girîng e.
Li gor Pence, Trump ji Erdogan re aşkere kiriye ku divê demildest wê operasyona leşkerî bi dawî bikin. Herwiha Erdogan jî Trump piştrast kiriye ku hêzên wan dê êrîşî bajarê Kobaniyê nekin.
TRUMP BI AWAYEKÎ PIR TUND BI ERDOGAN RE AXIVÎ
Pence bi berdewamî diyar kir ku Amerîka rê li ber Tirkiyê venekiriye ku ew Sûrîyê dagir bike û da zanîn ku Trump bi awayekî pir tund bi Erdogan re axiviye.
Li aliyê din piştî axaftina Trump û Mazlûm Kobanî Mike Pence bo rawestandina operasyona Tirkiyê bo Rojavayê Kurdistanê ber bi Tirkiyê ve bi rê ketiye.
Donald Trump roja çarşemê 09.10.2019an aşkere kiribû ku ew ê hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê bikşînin û wê êdî berpirsiyariya herêmê di bin kontrola Tirkiyê da be. Heman rojê Serokkomarê Tirkiyê Erdogan biryara operasyona leşkerî dijî Rojavayê Kurdistanê da û balafir û topxaneyên Tirkiyê dijî Rojavayê Kurdistanê dest bi bordûmanan kir.
GRAHAM Û PELOSÎ PIŞTGIRIYÊ DIDIN MUEYÎDEYÊN LI DIJÎ TIRKIYÊ
Senatorê Partiya Komarî ya Amerîkayê Lindsey Graham ku dijberiya operasyona Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê dike aşkere kir Seroka Encûman Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi piştgiriyê dide mueyîdeyên li dijî Tirkîyê û piştgiriya kurdan dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin