Sî û Trump bi mijara Covid-19ê peywendiyeke telefonî danîn
PeyamaKurd – Serokê Dewleta Çînê, Şî Cînping û Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, bi mijara Covid-19ê peywendiyeke telefonî danîn.
Şî, di peywendiya telefonî de ragihand ku, Çîn di mijara koronavîrûsê de (Covid-19) zelal û şefaf tevdigere û diyar kir ku Amerîka jî di nav de ew amade ne ligel hev kar bikin.
Li gorî medya çînî, Şî jî Trumpî re gotiye, ‘tekane vebijark hevkarî ye’ û ‘di mijara têkoşînê de li dijî vîrûsê’ pêwîst e Çîn û Amerîka hevkariyê bikin.”
Trump li ser hevdîtinê bi rêya hesabê xwe yê medya civakî ragihand, “Min hevdîtinekê baş bi Serokê Çînê re pêk anî. Em li ser koronavîrûsa ku li seranserê cîhanê belav bûye axivîn. Di vê mijarê de Çînê gelek kişand, niha em ligel hev dixebitin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin