Trump bo Selman behsa çareseriya mijara Qatarê kir

18 December 2020 02:49 0 dîtin
Trump bo Selman behsa çareseriya mijara Qatarê kir

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê bi qralê Erebistana Si’ûdiyê bi Selman b. Abdulezîz re axifî û di mijara Qatarê de got ku ew di çareseriya pirsgirêkên navbera welatên Kendavê û Qatarê de xweşbîne.

Cîgira berdevkê Koşka Sipî Judd Deere bi nivîskî ragihand ku Trump bi telefonê bi Selman b. Abdulezîz re axifiye. Di axaftina xwe de li ser mijarên duqolî û herêmê axifîne û bo lîdertiya wî sipasiyê kiriye.