Trump: Çareseriya du dewletî êdî pir zehmet e
PeyamaKurd - Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, di hevpeyvîna xwe ya bi kovara nûçeyan a navdar Time ya welêt de, behsa polîtîkayên ku eger careke din were hilbijartin, kir.
Trump ji edîtorê siyasî yê Time Eric Cortellessa re axivî û diyar kir ku dema di hilbijartinên serokatiyê yên meha Mijdarê de bi ser bikeve ew ê di gelek mijaran de siyaseteke tundtir bimeşînin.
Di hevpeyvîna ku duh hat weşandin de Trump diyar kir ku ew çareseriya du dewletî ya di şerê Xezzeyê de muhtemel dibîne û ev daxuyanî da:
"Min carekê digot ku çareseriya du-dewletî dikare bixebite. Lê ev niha pir û pir dijwar xuya dike. Ev ê bi rastî pir dijwartir be ku bibe."
Trump her çendî bersiv neda pirsa ku eger were hilbijartin ew ê alîkariyên leşkerî yên ku ji bo Îsraîlê tên şandin rawestîne yan na, wî got ku ew rexneyên li dijî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ku nekarî pêşî li êrîşên 7ê Cotmehê bigire rewa dibîne.
Siyasetmedarê 77 salî wiha got: "Di serdema min de teror tune bû. Me ji sedî 100 ji DAIŞ'ê paqij kir." Herwiha diyar kir ku eger Îran û Îsraîl têkevin şer, wê piştgiriya rêveberiya Telavîvê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin