Hewas Egîd li ser çareseriya siyasî ya Sûriyê û pirsa Kurd: Pêwîstî bi îradeyeke navdewletî heye

11 November 2022 12:37 0 dîtin
Hewas Egîd li ser çareseriya siyasî ya Sûriyê û pirsa Kurd: Pêwîstî bi îradeyeke navdewletî heye

PeyamaKurd – Hevrêzkarê Ofîsa Derve û Dîplomasî yê Eniya Aştî û Azadiyê Hewas Egîd li ser çareseriya siyasî ya Sûriyê û pirsa Kurd axivî û got, pêwîstî bi îradeyeke navdewletî heye.

Hewas Egîd ji bajarê Lubeck yê Almanyayê li ser danûstandinên Kurdî-Kurdî daye zanîn, demeke dirêj e projeya çavdêriya danûstandinên Kurdî-Kurdî heye û got: “Bêguman hinek qonaxên wê danûstandinê pêşveçûn tê de çêbûn û gavên baş hatin avêtin, lê belê ev demeke dirêj e ku ew danûstandin di partîkê de hatiye sekinandin.”

Di berdewamiyê de destnîşan kiriye: “Cidiyeta Amerîkayê di mijara van danûstandinan de cidiyetek li cem wan heye, ew cidiyeta li cem wan heye, pêwîstiya wê bi hinekê roleke aktîv di pêşveçûna van danûstandinan de heye.”

Herwiha Hewas Egîd diyar kir, rewşa danûstandina siyasî û çareserkirina siyasî li nav Sûriyê rawestiyaye û pêwîstî bi îradeyeke navdewletî heye, da ku çareserkirina siyasî pêşve biçe.

Herî dawî Egîd li ser pirsa Kurd a Rojavayê Kurdistanê eşkere kir: “Divê em lêvegerekî ji xwe re çêkin, gelo berjewendiyên me li ku ne, heke em dixwazin pêşveçûna çareserkirina siyasî biçe pêş, çima em ne alîkar in ku nerîn bibin yek, da ku çareseriya siyasî biçe pêş û li vê deverê aramî peyda bibe.”