Ji Pedersen daxuyaniya pêvajoya çareseriya siyasî ya Sûriyê
PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Sûriyê Geir Pedersen, ragihand ku di demeke eleqeya dîplomatîk li ser Sûriyê zêde bûye de, pêwîste pêvajoya çareseriya siyasî were zindîkirin.
Pedersen, di Konferansa 7emîn a Brukselê de ku li ser dahatuya Sûriyê hate sazkirin de, axaftinek kir û got ku pêwîste pêvajoya çareseriya siyasî ji nû ve bê destpêkirin û diyar kir, divê niha qonax bi qonax ber bi biryara 2254 a NY de gavên şênber bêne avêtin.
Herwiha Pedersen bal kişand ser asayîkirina pêwendiyên welatên Erebî bi rejîma Sûriyê re û diyar kir, “Ger zêdebûna eleqeya dîplomatîk a li ser Sûriyê bê fikirîn, bi rastî jî em di qonaxeke girîng de ne. Heger ev derfet were bikaranîn û hemû aktor bi awayekî hemahengî bixebitin, baweriya min bi pêşketinê heye. Dibe ku em nikarin bi yek gavekê bigihin çareseriya siyasî, lê hêdî hêdî em dikarin ber bi wê ve biçin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin