Pedersen: Li Sûriyê xebatên dîplomatîk rê li ber pêvajoya siyasî venekirin
PeyamaKurd –Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyeyê Pedersen diyar kir, xebatên dîplomatîk ên li Sûriyeyê bê encam mane û got, li Sûriyeyê şer, girtin û binçavkirin dewam dikin.
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geir Otto Pedersen duh di civîna mehane ya Konseya Ewlekariya Navneteweyî ya Sûriyeyê de axivî.
Pedersen got, "Mehên xebatên dîplomatîk ên li welêt, li derve û li ser erdê encamên berbiçav derneketin ji ber ku di pêvajoya siyasî de gavên rast nehatin avêtin."
Pedersen destnîşan kir:
“Sivîl li Sûriyê hê jî tên girtin, îşkencekirin û binçavkirin, birîndarkirin û kuştin. Şer dewam dike. Di navbera bakurê rojhilatê welêt û bakurê rojavayê welêt de êrîşên bi top û fuzeyan hene. Di vê mehê de êrîşên Îsraîlê jî hebûn. Li ser êrîşên balafirên bê mirov ên Tirkiyeyê hin agahî hene. Li bakurê Helebê ji aliyê hêzên rejîmê ve hat bombebarankirin. Herwiha Amerîkayê ragihand, wan serkirdeyekî DAIŞê li nêzîkî El Babê bombebaran kiriye.”
Pederson derbarê vegera penaberan de wiha got:
“Niha ti şert û merc ji bo vegera bi ewle û dilxwazî ya penaberan nîne. Pêdivî ye ku ew bêne parastin û bi zorê neyên vegerandin. Divê hemû sivîlên li Sûriyeyê, di nav de kesên jicîhûwarkirî jî bên parastin û bingehek bê avakirin.”
Pedersen di axaftina xwe de nîgeraniya xwe jî anî ziman ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di destpêka vê mehê de mekanîzmaya belavkirina alîkariyên mirovî li Deriyê Sînor ê Bab El-Hawa ji ber vetoya Rûsyayê ya li ser biryara projeya Brezîlya-Swîsreyê nû nekir.
Nûnerê Netewên Yekgirtî di dawiya axaftina xwe de hişyarî da ji bo paşeroja hemû gelê Sûriyê ku ji sedî 90 ji wan di bin sînorê hejariyê de dijîn ji ber nezelaliya ku ji ber krîza aborî çêbûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin