Bülent Arinç: Pêwiste pêvajoya çareseriya PKKê ji aliyê MHPê de bimese

11 January 2025 21:10 0 dîtin
Bülent Arinç: Pêwiste pêvajoya çareseriya PKKê ji aliyê MHPê de bimese

PeyamaKurd – Bülent Arınç piştî patiya DEMê şuhiband werdeka topal, ragihand ku divê pêvajoya çareseriya PKKê ji aliyê MHPê de bimeşe. Arınç, ragihand ku wê ev berpirsiyarî derfetê bide MHPê ku mijarê bigre ser xwe.

Serokê meclisa Tirkiyê ya berê Bülent Arınç, tevlî civîna ‘Navenda Ekopolitik ya Ramanî’ bû û fikra xwe li wê derê ragihand.

Navenda ku di bin navê “Ji veqetandinê ber bi Lihehevkirinê” civînê li dar xist, ji bo civînê Bülent Arınç jî dawet kir. Navend 3 panel li dar xist. Parlementerê Rihayê yê DEM Partiyê Mithat Sancar moderatoya panelê kir û di panelê de Tarık Çelenk, Bekir Ağırdır, İpek Çalışlar û Taha Akyol axifîn.

Di panela duyem de serokê TÜSİADê Orhan Turan axaftina destpêkê kir. Cansu Çamlıbel moderator bû û neviyê Nelson Mandela Mandla Mandela, Pierra Hazan û Uğur Özdemir li ser ‘Rêyên Nûhkirina Demokrasiyê ‘ axifîn.

Panela sêyem bi moderatoriya Prof. Osman Can, Sevtap Yokuş, Zeynep Ardıç û Ramazan Arıtürk axifîn.

Axaftina dawiyê serokê meclisê yê berê Bülent Arınç kir. Arınç got ku divê demokrasî bijî û asta wê bê bilindkirin. Behsa roxandina civakê kir û got:

“Em dibînin hinek bi cubbe an bê cubbe palyaçotî dikin. Di têgihîştina Îslamiyetê de jî herifandin heye. Civaknasî guherî, bawerî guherî lê mixabin di van de qebahetên me jî hene. Camêr berê Marksîst bû lê niha em dibînin ji netewaperst bêhtir netewapereste, ji faşîstan bêhtir faşîst e. Tu kengê dageriyayî? Tu dostê kî kurê min? Her derê te dileyîze. Em nikarin kesî rexne bikin. Ji ber 22 sale em desthilatin. 10 salên ewilî dewra zêrîn bû. Piştî wê tiştekî dinêye.”

Rexna ku Arınç li jorê kir, behsa serokê dezgeya siyaseta hûqûqê ya serokkomariya Tirkiyê behsa Mehmet Uçum bû lê bênav bide Arınç ew rexne kir. Arınç her weha behsa çareseriya PKKê kir û got di dema berê de ew jî di nav pêvajoyê de cîh girtiye û got:

“Belkî xetayên me jî bûbin. Bila bang bikin û çekan deynin. Ev %10ê kar e. Wê %90ê wê çawa bibe? Di zimanê dê de perwerdê dixwazin, ji bo Kurdan nasnama destûrî dixwazin. Ne diyare wê kengê bikevin zîndanê. Bila MHP bimeşîne. Bêguman tecruba wan tine lê ez bawerim dikarin bikin. Bêguman wê ji mirovên baş heyetan ava bikin. Wê ew jî berpirsiyariyê bigrin aliyê xwe.”