Bülent Arinç: Biryara dadgehê fedîkar e û hêvî diskêne
PeyamaKurd – Damezrênerê AKP ê û hem serokê berê yê meclisa Turkiyê Bulent Arınç, li ser biryara dadgehê ku 2 sal, 7 meh û 15 roj ceza da şaredarê Îstenbolê Ekrem Îmamoğlu, bertek nîşanî biryara dadgehê da û got:
“Birayar fedîkare û hêviyê dişkêne. Heya ji vê şaşiyê danegerin, wê encama vê biryara siyasî, namzedekî ku profîla wî xwurt derxe pêşberê AKP ê û wê tenê ji wan re rê veke.”
Bulent Arınç daxwyaniya xwe di ser hesabê xwe yê medya civakîde da û weha dewam kir:
“Ji bo şaredarê şaredariya mezin ya İstenbolê birêz Ekrem İmamoğlu parêzerên wî yên herî bi qedir û profesorên cezayê yên hûqûqê Prof. Dr. Adem Sözüer, Prof. Dr. Ahmet Gökçen û Prof. Dr. İzzet Özgenç ku mutaleya parêznama wî kirin û weka parêzerekî cezayê hûqûqê ez, tevlî mulaeya wan dibim, tevî wê jî, biryara cezakirina dadgehê, li ser navê daraza Turkiyê fedîkare û hêviyan dişkêne. Dixawazim encama wê ya hûqûqî û siyasî şirove bikim.
Ez bawerim wê biryar ji aliyê hûqûqê de, di wextekî kurt de ji dadgeha jorê bê xerakirin. Îrada netewî rê nade meşeka weha. Biryara qedexeya siyasî wê neyê bicîhanîn. Dema em li sîstema edaletê û daraza îro dinêrin, her çendîn hêviyên me dişkên jî, ez dizanim ku li Tirkiyê dadgerên me yên ku dilê xwe dane hûqûq û edaletê hene.
Min ji bo hilbijartina sala 2019an ya şaredariyan û muxtaran gotibû ku şexsê İmamoğlu bixin hedefê, wê ev kampanya wî mezin bike. Ez bawerim hûqûqzan hene ku rê ber li vê meşê bigrin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin