Bülent Arinç: Erka YSK yê heye ku hilbijartina pas de bixe

17 February 2023 22:49 0 dîtin
Bülent Arinç: Erka YSK yê heye ku hilbijartina pas de bixe

PeyamaKurd – Piştî erdheja li bajarê Maraşê ku 11 bajarên Kurdistanê ser û binê hev bûn û ew çend can dayî çêbûn û avahî wêran bûn û hem hêj di bin enqazan de xelk maye, gelek partiyên Tirkiyê zorê didin ser dewletê da hilbijatin çêbibe. Li ser mijara hilbijarinê serokê berê yê meclisa Tirkiyê Bülent Arınç ragihandibû ku hêj cenaze di bin enqazan de ne nabe mirov behsa hilbijartinê bike, partiyên muxalefetê bertekê nîşanî gotinên Arınç dabûn.

Bülent Arınç îro jî tevlî bernama tv yê bû û bû mêvanê Gurkan Zengin û got ku Rêvebiriya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dikare li gor xala 79an hilbijartinê paşde bixe û ew erka wê heye ku bike hem erka wê nayê munaqeşe kirin. Arinç ragihand ku bê bi siyaswetmedarekî Tirkiyê re biaxife, ragihandinê weka wezîfeyekî ji xwe re diye û weha got:

“Min ji xwe re vê wezîfê derxist. Ez li kesî guhdarî nakim. Ez ne weka siyasetmedarên dinan im. Ez di çeltikê ti kesî de nînim. Ev fikra min e. Li ber me 3 bijaretyên hilbijartinê hene. Yek jê paşdexistina hilbijartinêye. Ya din em hilbijartinê di meha 11an de bikin. Ya sêyem ew e ku partiyên siyasî lihev bikin û ji xwe re rojekî destnîşan bikin. Eger van bijarteyan yek ji wan nebe wê kaos derê û her yek tiştekî bêje. Aştî ya herî başe ku lihev bikin.”

Bülent Arınç di daxwuyaniya xwe ya do de gotibû ku di 11 bajarên erdhejê de 85 parlementer tên hilbijartin û niha hilbijêr li wan bajaran nînin. Ciyê ku hilbijêr tinebin hun çawa dikarin daxwaza hilbijartinan bikin?