Heyeta leskerî ya Iraqê bi serokerkanê Iraqê ve gihan Kerkûkê
PeyamaKurd – Heyetekî leşkerî yê Iraqê bi serokerkanê Iraqê ve îro gihan Kerkûkê. Wê heyet operasyona hevbeş ya artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge ya li hemberê DEAŞê di cîh de bibînin.
Li gor ragihandina wezareta bergiriyê ya Iraqê; serokerkanê Iraqê Abdulemir Reşit Yarella bi heyeta xwe ve bi cîgirê operasyonên hevbeş yên Iraqê bi Ferik Feys Xelef re li ser rewşa dawiyê ya sînorên Kerkûkê rewşê gotûbêj bikin.
Hêzên Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê li rojhilatê Kerkûkê li bendava Şîrîn û li navça Kewellewe li hemberê DEAŞ ê operasyon kiribûn û balkêşe heyet îro seredana bajêrê Kerkûkê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin