Rojnameya Cedîd: Esed ji Iraqê pistgiriya rasterast a leskerî xwest
PeyamaKurd - Rojnameya Erebî ya Cedîdê bi zarê sê çavkaniyên haydar ên Iraqê ragihand ku Serokê Sûriyê Beşar Esed, ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo rawestandina komên çekdar alîkariya leşkerî xwestiye.
Li gorî nûçeyê, “Serokê Sûriyeyê Beşar Esed daxwaza piştevaniyê ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kiriye ku, di rûbirûbûna hêzên opozisyona Sûriyeyê de alîkariya wê bike, ji bo kontrolkirina bajar û bajarokên ji dest dane.”
Çavkaniyeke Wezareta Derve ya Iraqê eşkere kiriye, “Beşar Esed daxwaza piştevaniya rasterast ji Iraqê kiriye, ji bo ku bajarên din nekevin bin destê çekdarên opozisyonê.”
Hatiye diyarkirin ku ew daxwaza Beşar Esed di dema pêwendiya telefonî ya navbera wî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî de pêk hatiye ku roja Şemiya borî axivîbûn.
Heman çavkaniyê gotiye: “Esed daxwaza piştevaniya leşkerî ya rasterast ji Hikûmeta Iraqê kiriye, bê ku awayê piştevaniyê diyar bike, lê ya ku fêm kiriye ew e ku daxwaza çekên diyarkirî ji bo rawestandina pêşveçûnên çekdarên opozisyonê kiriye.”
Dîsa çavkaniyeke din ku endamê Lijneya Ewlehî û Bergiriyê ya Civata Nûnerên Iraqê ye jî ragiandiye, “Duberekiyeke tund li ser piştevanîkirina Rejîma Sûriyeyê di navbera serkirdeyên siyasî yên Şîeyan de peyda bûye.”
Çavkaniyê gotiye, “Tayeke Şîeyan ji bo piştevanîkirina li Rejîma Sûriyeyê givaştinê dike û tayekê din jî wisa difikire ku piştevanîkirina Sûriyeyê mimkin e Iraqê rûbirûyî siza û helwestên navdewletî bike.”
Wê çavkaniyê eşkere kiriye, “Hikûmet û hêzên Şîeyan ên çekdar li Iraqê biryar ji bo wan komên çekdar dane ku, hez dikin ji bo şer û piştevanîkirina Rejîma Sûriyeyê biçin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin