Lavrov: Di pêvajoya çareseriya pirsa Sûriyê de pêsketinên girîng çêbûn

09 November 2019 17:10 0 dîtin
Lavrov: Di pêvajoya çareseriya pirsa Sûriyê de pêsketinên girîng çêbûn

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku di pêvajoya çareseriya pirsa Sûriyê de pêşketinên girîng çêbûne.

Wezîrê rûsî Sergey Lavrov ji ajansa Medamax a ku navenda wê li Yerîwanê ye axivî û derbarê pêvajoya çareseriyê ya pirsa Sûriyê de nirxandin kirin.

Lavrov da zanîn ku di demên dawiyê de pêşketinên girîng çêbûne û bal kişand ser rola Civînên Astanayê ku bi pêşengiya Rûsya, Tirkiye û Îranê birêve diçin.

Dîplomatê rûsî ev tişt gotin, “Di 30yê Cotmehê de li Cenevreyê, bi beşdariya nûnerên hikûmet, opozîsyon û civaka sivîl rûniştina ewil a Komîteya Destûrê ya Sûriyê hat kirin. Cara ewil di Çileyê 2018an de di Kongreya Rêkeftina Netewî ya li Soçiyê biryar hatibû dayîn ku komîteyeke bi vî rengî were damezirandin.”