Pedersen: Ji bo çareseriya pirsa Sûriyê pêwîstî bi hevkariyeke cidî ya Rûsya û Amerîkayê heye
PeyamaKurd – NûnerêTaybet ê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen ragihand, ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê pêwîstî bi hevkariyeke cidî ya Washington û Moskowê heye û got, cezayên li ser rêveberiya Şamê, rê li ber xebatên ji nû ve avakirinê digirin.
Geir Pedersen di hevpeyvîneke ligel Sky News El-Erebiye pêk aniye de diyar kiriye: “Cezayên li ser rêveberiya Şamê hatine ferzkirin, xebatên ji nû ve avakirinê yên li welêt asteng dikin. Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê pêwîstî bi hevkariyeke cidî ya Amerîka û Rûsyayê heye.”
Pedersen, meha borî jî piştî bê encam bidawîbûna civînê Cenevê gotibû, civîna dawî bêhêviyek bû, ji ber ku beşdarên wê bi awayekî rast fêm nekirin ku çawa danûstandinan bi pêş bixin û ji ber wê jî civîn bê encam bi dawî bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye, bi rêveberiya Amerîka ya Joe Biden re, li gorî çavdêran pêşketinek di rêya çareseriya krîza Sûriyê de çêbûye ku Amerîkayê hêzên xwe ji nû ve li Sûriyê belav kirine û ji bo çareseriyeke siyasî ya bi biryara NY ya 2254 û avakirina hikûmeteke demkî bo tevahiya Sûriyê hewl têne dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin