Pedersen: Em ji bo Sûriyê hîn pir dûrî çareseriya siyasî ne!

10 May 2022 21:04 0 dîtin
Pedersen: Em ji bo Sûriyê hîn pir dûrî çareseriya siyasî ne!

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Sûriyê Geir Pedersen li ser encam negirtina hevdîtinên Komîteya Destûra Sûriyê got ku ew hîn gelekî dûrî çareseriyeke siyasî ya krîza Sûriyê ne.

Pedersen di Konferansa 6em a Piştevaniya Sûriye û Dahatûya Herêmê ya li Brukselê de, destnîşan kir ku ew hîn pir dûrî çareseriyeke siyasî ya Sûriyê ne û got, "Hewcedariya Sûriyeyîyan niha ji berê zêdetir bi me heye.”

Nûnerê NY herwiha eşkere kir ku wê Komîteya Destûrê dawiya vê mehê car din li Cenevê bicive û hêvî xwest di vê gera 8an de piçek be jî pêşkeştinek çêbibe.

Pedersen got ku pêwîstî bi pêkanîna xebateke bêalî û bi ewle bo Sûriyê heye.