Sekreterê gistî yê NYyê ji bo çareseriya siyasî ya li Sûriyê bang li civaka navneteweyî kir

12 March 2022 12:00 0 dîtin
Sekreterê gistî yê NYyê  ji bo çareseriya siyasî ya li Sûriyê bang li civaka navneteweyî kir

PeyamaKurd Sekreterê giştî yê NYyê Antonio Guterres, ji bo çareseriya siyasî ya li Sûriyê, bang li civaka navneteweyî kir û got, kar û xebatê bikin.

NYê bi daxuyaniyeke li ser malpera xwe ya fermî belav kir de diyar kir, Antonio Guterres bang li civaka navneteweyî kir ku têkildarî aloziya Sûriyê kar û xebatê bikin.

Guterres eşkere kir, divê şerê Sûriyê were rawestandin û rêz ji qanûnên navneteweyî re were girtin.

Di berdewamiyê de bang li hemû aliyan kir ku tev li çareseriya siyasî ya bi çavdêriya NYyê bibin.

Herwiha Guterres da zanîn, di 11 salên şer de, gelek wendahî çêbûn û bi milyonan Sûriyeyî koçber bûn û got : “Lê dîsa jî divê bê hêvî nemînin. Li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya 2254’an çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re were diyarkirin.

Sekretêr di dawiya daxuyaniyê de banga garantiya radestkirina alîkariyên mirovî ji milyonan hewcedarên re kir.