Alîkara Sekreterê Gistî yê NYyê, hat Hewlêrê

24 January 2023 18:30 0 dîtin
Alîkara Sekreterê Gistî yê NYyê, hat Hewlêrê

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Alîkara Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ya kar û barên siyasî Rosemary Dicarlo gihîşt paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê.

Hat diyarkirin ku Serokê Ofîsa Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî, pêşwaziya Rosemary Dicarlo ya ligel Nûnera Taybet a Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert hatibû, kir.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di civînê de Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Herêma Kurdistanê jî amade bû.

Tê çaverêkirin ku Dicarlo bi rayedarên Herêma Kurdistanê re hevdîtinan pêk bîne.

Di daxuyaniya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) de hat destnîşankirin ku Dicarlo wê bi rêxistinên sivîl, rêxistinên jinan û ciwanan ên Herêma Kurdistanê re jî bicive.