Sekreterê Gistî yê NYê Guterres, derbasî Hewlêrê bû

02 March 2023 17:30 0 dîtin
Sekreterê Gistî yê NYê Guterres, derbasî Hewlêrê bû

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, îro piştî hevdîtinên xwe yên Bexdayê, derbasî Hewlêrê bû.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.

Antonio Guterres, piştî serdana xwe ya ku îro li Bexdayê ligel hersê serokatiyan û Wezîrê Karên Derve kir, derbasî paytexta Herêma Kurdistanê bû.

Her wiha hat ragihandin ku Guterres, îro serdana parêzgeha Neynewayê jî kiriye û rewşa koçberan a li kampan, ji nêzîk ve şopandiye.