Sekreterê Gistî yê NYyê Guterres bo Îdlîbê banga agirbestê kir

28 February 2020 13:05 0 dîtin
Sekreterê Gistî yê NYyê Guterres bo Îdlîbê banga agirbestê kir

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres ragihand ku ji ber ragêşiya li Sûriyê û êrîşa li dijî leşkerên Tirkiyê nîgeraniya xwe anî zimên û bang li aliyên peywendîdar kir ku tavilê li Îdlîbê agirbest were ragihandin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, Stephane Duajrric daxuyaniyeke nivîskî belav kir û anî ziman ku ji ber girjiya li herêmê û kuştina bi dehan leşkerên tirk ji aliyê hêzên esmanî ve nîgeran in.

Antonio Guterres bangawazaiya xwe ya agirebestê dûbare kir û got, metirsî heye ku zirar bigihîje sivîlan.

Guterres, “Eger em damudest nekevin dewrê her kêlîya ku diçe rîsk û girjî zêdetir dibe.”

Guterres da xuyakirin ku li Sûriyê rêbazên leşkerî dê nebin çareserî û teqez kir ku tekane rêya guncaw, di bin çavdêriya NYyê de çareseriyeke siyasî ye.