Almanyayê ji bo Filîstînê banga çareseriya du dewletî li Îsraîlê kir
PeyamaKurd – Beriya civîna Wezîrên Derve yên welatên Yekîtiya Ewropayê li Brukselê, Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, banga çareseriya du dewletiyê li Îsraîlê kir.
Annalena Baerbock ragihand, tekane çareseriya ku îsraîlî û filîstînî bikarin ligel hev bijîn, çareseriya du dewletî ye.
Baerbock li ser redkirina çareseriya du dewletî ya Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû got, "Yên çareseriyeke wiha naxwazin pêk bînin, ti alternatîfeke çareseriyê pêşkeş nekirine.”
Herwiha Wezîra Alman banga agirbesta navbera mirovî ya bilez ji bo şerê Xezzeyê kir.
Hêjayî gotinê ye, di civîna Brukselê ya Filîstînê de, wezîrên derve yên Misir, Urdin û Erebistana Siûdî jî ligel wezîrên YEyê beşdariyê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin