Li Diyarbekirê xwepêsandana Filîstînê: Banga tolhildanê hate kirin
PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, piştî kuştina Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniye, şevê din xwepêşandaneke mezin ji aliyê hin grûpên Îslamî û HUDA PARê ve hate lidarxistin.
Di meş û xwepeşandana li derûdora navenda danûstandinê Ceyral Karavîlê hate lidarxistin de, dirûşmên dijî Îsraîlê hatin qêrîn û bangên tolhildanê hatin kirin.
Herwiha xwepêşanderan cardin xwestin êrîşê bibin ser kafeya Starbucks, lê belê polîsan bi gaza îsotê xwepêşander dûr xistin û nehiştin êrîş bê kirin.
Protestoya Îsraîlê ya li Diyarbekirê li ser medya civakî jî bû rojev û gelek vîdyo hatin belavkirin.
Heniyye’nin çağrısına icabet eden Diyarbakır’lılar pic.twitter.com/J2ojoWhDnO
— Nevzat Çiçek (@nevzatcicek) August 3, 2024

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin