Wan | Di xwepêsandana pistevaniya Filîstînê de êrîsî restorana hamburgeran kirin

19 November 2023 16:43 0 dîtin
Wan | Di xwepêsandana pistevaniya Filîstînê de êrîsî restorana hamburgeran kirin

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, piştî xwepêşandana piştevaniya Filîstînê komekê êrîş bir ser restorana hambugeran Burger Kingê û ziyaneke mezin li ser restoranê çêbû.

Koma bi navê Platforma Piştevaniya Filîstînê bi navê ‘Ji Xezeyê re Bibe Ronî’ xwepêşandanek li navenda bajarê Wanê li dar xist.

Piştî xwepêşandanê jî komeke ji xwepêşanderan bi dar û beran êrîşî şaxa Burger King a Wanê kir û de restoranê de ziyaneke mezin a madî çêbû.

Hate ragihandin ku li ser wê bûyerê du kes hatine binçavkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, dema destpêka êrîşên Îsraîlê yên ser Xezeyê û şerê ligel Hemasê, li Diyarbekirê jî kargeha Sturbuck a qehweyê hatibû wêrankirin.