Trump û Erdogan pêwendiyeke telefonî pêk anîn

19 April 2020 23:51 0 dîtin
Trump û Erdogan pêwendiyeke telefonî pêk anîn

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump peywendiyeke telefonî pêk anîn.

Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê ragihand, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump îşev peywnediyeke telefonî pêk anîn.

Di daxuyaniyê de tê gotin, di vê peywendiya telefonî de têkiliyên du alî û mijarên peywnedîdarê herdu welatan û herwiha mijar û pêşhatên herêmî hatin gotûbêjkirin.

Hat gotin, Erdogan û Trump tekezî li ser wê yekê kirine ku herdu welat li ser bingeha hevpeymanbûna di NATO de tevbigerin.

Li gorî daxuyaniyê herwiha herdu serokan behsa belavbûna vîrusa koronayê û bandor û metirsiyên wê li ser tenduristiya civakê û aboriya welatan kirin û tekez kirin ku herdu welat ji nêzîk ve hevakriya hev bikin.