Fîdan û Lavrov pêwendiyeke telefonî pêk anîn
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wêzîrê Derve yê Federasyona Rûsyayê Sergey Lavrov pêwendiyeke telefonî pêk anîn.
Li gorî medya Tirk ku dispêre çavkaniyên dîplomatîk, di pêwendiyê de, mijara gotûbêjên aştiyê yên navbera Azerbaycan û Ermenistanê hatiye axaftin.
Li gorî heman çavkaniyan Hakan Fîdan ji Lavrov re diyar kiriye, girîng e ku di demeke herî kurt de, peymana aştiyê ya navbera Azerbaycan-Ermenistanê were îmze kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin