Serok Barzanî û Muqteda Sedir pêwendiyeke telefonî pêk anîn

12 June 2022 21:12 0 dîtin
Serok Barzanî û Muqteda Sedir pêwendiyeke telefonî pêk anîn

PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Sedirê Muqteda Es- Sedir îro 12ê Hezîranê roja Yekşemê bi rêya telefonê pêwendî ligel Serok Mesûd Barzanî kir.

Li gorî zanyariyan, di pêwendiya telefonî de, her du aliyan rewşa Iraqê û pêşhatên dawî yên nava proseya siyasî ya Iraqê guftûgo kirin.

Hêjayî gotinê ye, Tevgera Sedir, Hevpeymana Sunî ya Iraqê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hevpeymaniyek bo damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê çêkirine ku niha ji aliyê kutleya mezin a Iraqê Tevgera Sedir ve mohlet bo aliyên din hatiye dayîn daku hikûmetê ava bikin.

Heta niha ti aliyek negihîştiye qonaxa avakirina hikûmeta nû ya Iraqê û tê çaverêkirin Tevgera Sedir, Hevpeymana Sûnî û PDKê ji nû ve bikevin nav danûstandinên damezrandina hikûmeta Iraqê.