Serok Barzanî peyamek li ser destvekisandina parlamenterên Sedir belav kir
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî li ser biryara Serokê Tevgera Sedirê ya destvekişandina parlamenterên Firaksiyona Sedir ji Encûmena Nûneran a Iraqê peyamek belav kir: “Em rêzê li biryara birêz Muqteda Sedir digirin.”
Serok Barzanî li ser twittera eşkere kir û got: “Em rêzê li biryara birêz Muqteda Sedir digirin û em ê geşedanên di paşerojê de jî bişopînin.
Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir bi rêya telefonê pêwendî bi Serok Mesûd Barzanî re kir û her du aliyan rewşa Iraqê û pêşhatên dawî di nava proseya siyasî de guftûgo kirin.
Muqteda Sedir piştî wê pêwendiyê daxwaz ji parlamenterên xwe kir, destê xwe ji Encûmena Nûneran bikişînin. Pişt re jî Serokê Encûmena Nûneran vekişîna hemû parlamenterên Fraksiyona Sedir pesend kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin