Serok Barzanî û Muqteda Sedir bi rêya telefonê girîngiya stratejiya sê alî gotûbêj kirin

17 February 2022 20:27 0 dîtin
Serok Barzanî û Muqteda Sedir bi rêya telefonê girîngiya stratejiya sê alî gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Nivîsgeha Serok Mesûd Barzanî ragihand ku Serok Mesûd Barzanî û Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir îro 17ê Sibatê bi pêwendiyeke telefonê rewşa siyasî ya Iraqê nirxandin û li ser girîngiya civîna aliyên hevpeymaniya sê alî li hev kirin.

Nivîsgeha Serok Mesûd Barzanî diyar kir, di pêwendiya telefonê de behsa libergirtina hengavên pêwîst û hemahengiya li helwestên hevpeymaniya stratejiya sê alî ya di qonaxa niha de kirin, ew jî bi navê gihîştina bi pêkanîna hikûmeta zorîne ya niştimanî.

Herwiha her du alî li ser pêwîstiya civîna hêzên pêkhênerên hevpeymaniya sê alî di rojên paşerojê de li hev kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, bi destpêşxeriya Serok Barzanî Tevgera Sedir, PDK û Hevpeymana Sûnî ya Iraqê ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ya giştgir li hev kiribûn.