Mesrûr Barzanî bi Sêwirmendê Trump re pêwendiyeke telefonî pêk anî

22 December 2024 08:20 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi Sêwirmendê Trump re pêwendiyeke telefonî pêk anî

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Endamê Kongra Amerîkayê Michael Waltz ku ji aliyê Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump ve weke Şêwirmendê Asayişa Netewî hatibû destnîşankirin, pêwendiyeke telefonî pêk anîn.

Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên li Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dualî û parastina ewlehî û aramiyê hatiye kirin.

Serokwezîr Barzanî, pîrozbahiya destbikarbûna kongresman Waltz kir û pesnê têgihiştina wî ya kûr ji bo ewlekariya herêmê û mijarên girêdayî wê da.

Li ser encamên hilbijartinên vê dawiyê yên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê jî nêrînên xwe anîn ziman û her du aliyan tekezî li ser girîngiya guhertina demokratîk û bihêzkirina hevkarî û hemahengiya navdewletî di vê derbarê de kirin.

Di beşeke din ya hevdîtinê de rola girîng a Herêma Kurdistanê weke hevkarekî pêbawer li navçeyê û pabendbûna bi nirx û armancên hevbeş ên aştî û ewlehiyê hate nirxandin. Herdu alî li ser girîngiya hewildanên hevbeş ji bo çareserkirina pirsgirêkan û dabînkirina îstiqrara berdewam li hevnêrîn bûn.