Mesrûr Barzanî bi pêwendiyeke telefonî pîrozbahî li Mihemed Helbûsî kir

10 January 2022 12:00 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi pêwendiyeke telefonî pîrozbahî li Mihemed Helbûsî kir

PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, do êvari 09.01.2022yê bi pêwendiyeke telefonî, ji ber dîsa weke Serokê Parlamentoya Iraqê hat hilbijartin, pîrozbahî li Mihemed Helbûsî kir.

Serokê Hikûmetê herwiha, di erk û xizmetkirina ji bo hemû hemwelatiyên Iraqê de hêvî û daxwaza serkeftinê ji bo Mihemed Helbûsî xwest û Helbûsî jî spasî û pêzanînên xwe ji bo wê pêwendiyê û pîrozbahiya Serokê Hikûmetê ragihand.

Di berdewamiyê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Hakim Elzamlî û Şaxewan Ebdula jî kir, ji ber wek Cîgirên Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê hatin hilbijartin û hêvî û daxwaza serkeftinê ji wan re xwest.