Erdogan, Sezgîn Tanrikulu wek terorîst îlan kir...
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 14ê Îlonê di axaftina xwe ya merasîma tayînkirina qeymeqaman de, cardin gef li parlementerê CHPê yê Kurd ê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu xwar.
Erdogan ku hefteya borî jî xwestibû Tanrikulu bê cezakirin, di axaftina xwe ya îro de jî got: "Parlamenterê qaşo, lê bixwe miswedeya terorîst e, çawa heqaretan li Mehmetcîkê min dike. Berpirsiyariya me ye ku em wek dewlet û darazê dersa wî bidinê.”
Sezgîn Tanrikulu çend roj berê di bernameyeke TV100ê de bi belgeyên Dadgeha Mafên Mirovan (DMME) yên Tirkiye hatibû darizandin û cezakirin, rexne li kiryarên berê yên artêşa Tirkiyê girtibûn.
Tanrikulu bal kişandibû ser avêtina 15 welatiyên Kurd ji helîkopterê di salên 90î de û gotibû: “Doza avêtina wan 15 gundiyan ji helîkopterê bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi encam bûye û Hêzên Çekdar ên Tirk gundê wan jî şewitandiye û bombebaran kiriye."
Piştî van gotinan kampanyayeke lînçkirinê li dijî Tanrikulu hatiye destpêkirin û herwiha doz lê hatin vekirin. Sezgîn Tanrikulu jî bi belgeyên DMMEyê û delîlên doza navborî li ser medya civakî daxuyanî da.
Tanrikulu got, “Heqîqetên berê, bi pozîsyonên niha yên siyasî nayên veguhertin û guhertin. Zihniyeta ku niha hewl dide min lînç bike, wê piştî deh salan yên qala hebûna komkujiya Roboskê bikin jî lînç bike. Lê belê heqîqet bi lînçkirina we ji holê ranabin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin