PKKê kustina Nuredîn Sofî red kir: 'Erdogan hewl dide serkeftinên sexte bi dest bixe!'

18 May 2021 18:11 0 dîtin
PKKê kustina Nuredîn Sofî red kir: 'Erdogan hewl dide serkeftinên sexte bi dest bixe!'

PeyamaKurd – Baskê leşkerî yê PKKê, HPGê bersiva daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan da ku doh 17ê Gulanê gotibû, serkirdeyê PKKê Nuredîn Sofî ango bi gotina wî berpirsê giştî yê Sûriyê, bi operasyoneke îstixbarat û artêşa Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê hatiye kuştin.

HPGê di daxuyaniya xwe de ragihand, ti rastiya wan nûçeyan di van demên dawî de li ser hêzên wan û qedemeyên fermandariya wan têne belavkirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) de, daxuyaniya Erdogan a derbarê kuştina Nuredîn Sofî de tê redkirin û tê gotin, li hember têkoşîna wan "bi rê û rêbazên şerê taybet senaryoyan li gorî xwe çêdike û hewl dide serkeftinên sexte ji xwe re çêbike."

Herwiha hat destnîşankirin, “Nûçeyên ku dema dawî têkildarî hêzên me û fermandariya me de hatine weşandin rast nînin. Bila gelê me guh nede van nûçeyan ku di çarçoveya şerê taybet de hatine amadekirin.”