AA: Serkirdeyê PKKê yê ketibû sûna Nuredîn Sofî li Gareyê hat kustin

17 July 2022 14:26 0 dîtin
AA: Serkirdeyê PKKê yê ketibû sûna Nuredîn Sofî li Gareyê hat kustin

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina Ajansa Anadol (AA) ya fermî ya Tirkiyê, jêderekî ewlehiyê ragihandiye ku îstixbarata Tirkiyê (MÎT) serkirdeyekî PKKê li çiyayê Garê yê Herêma Kurdistanê kuştiye.

Li gorî nûçeyê, MÎTê serkirdeyê pilebilind ê PKKê de yê bi navê Izetîn Înan ê bi nasnavê “Dêrsim Meletî” li çiyayê Gare yê li Duhokê kuştiye.

Hat diyarkirin ku di dema ku Înan bi komek çekdarên din re di civînê de bû hatiye armankirin û ew û çekdarên pê re hatine kuştin.

Li gorî Aayê Izetîn Înan rêvebirê payebilind ê PKKê, berpirsê Akademiyên Apoloyê û endamê Konseya PKK/HPGyê bûye û di 1992yan da tevlî PKKê bûye, li Iraq û Sûriyê beşdarî çalakiyan bûye, fermanên hin êrîşên li dijî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê jî daye.

Herwiha hatiye gotin, Izetîn Înan di şûna yek ji rêveberên payebilind ên PKKê Xelef El Mihemed bi nasnav "Nuredîn Sofî" hatiye erkdarkirin ku sala par di operasyoneke MIT û Hêzên Çekdar ên Tirkiyê de hatibû kuştin ku PKKê hîn ti daxuyaniyek di wê derbarê de nedaye.