Partiya Beas mirina Îzzet el Dûrîyê ketibû sûna Sedam Hisên pistrast kir
PeyamaKurd - Partiya Beas a Erebî ya Iraqê ku hatiye qedexekirin, bi fermî nûçeyên mirina serkirdeyê wan ê herî bi nav û deng piştî rûxana rejîma Beas Sedam Hisên li Iraqê di sala 2003an de, Izzet el Dûrî piştrast kir. Beriya daxuyaniya Partiya Beas nûçeyên ku Îzzed el Dûrî wekî serkirdeyekî DAIŞê hatibe kuştin, hatibûn belavkirin.
Partiya Beas bi daxuyaniyekê mirina Izzet el Durî di 78 saliya xwe de piştrast kiriye û ti hûrgilî derbarê awayê mirina wî de belav nekiriye.
Izzet el Dûrî yek ji wan kesên rejîma berê bû ku hikûmeta Iraqê biryara desteserkirina wî dabû û navê wî di nava lîsteya kesên daxwazkirî de bû.
Izzet el Dûrî ji sala 1979 heta rûxana rejîma Beas di sala 2003an de, cîgirê serokê îdamkirî yê Iraqê Sedam Hisên bû.
El Dûrî ku kesê duyem ê partiya Beas bû, di Hezîrana 1942an de li qezaya el Dûr a ser bi parêzgeha Selahedînê ji dayik bûbû û pênc caran zewicîbû, 11 kur û 13 keçên wî hene.
Di serdema serokatiya Sedam Hisên de, posta Cîgirê Serkirdatiya Şoreşê wergirtiye û piştî dagîrkirina Kuweytê ji aliyê artêşa Iraqê ve di sala 1991an de, pileya cîgirê fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê yê wê demê wergirtibû. Herwiha demekê wezîrê navxwe û wezîrê çandiniyê yê Iraqê di rejîma Beas de bûye.
Sala 2006 piştî darvekirina Sedam Hisên, partiya Beas Izzet el Dûrî weke emîndarê nû yê partiyê destnîşan kiribû û di çend salên derbasbûyî de, çend tomarên dengî û vîdyoyî yên Izzet Dûrî hatibûn belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin