Sûriye | Xwepêsanderan wêneyên Esed qetand û ketin avahiya Partiya Beasê
PeyamaKurd – Li herêma Siwêda ya Sûriyê, zêdetirî 3 meh in xwepêşandanên dijî rejîma Sûriyê berdewam dikin û daxwaza çareseriya siyasî di çarvoveya biryarên Neteweyên Yekbûyî de tê kirin.
Hate ragihandin ku xwepêşanderên Siwêdayê, piştî bidawîbûna dema ku dabûn endamên partiyê ku navendê radestî “xwediyên wê” bikin, ketin navenda Partiya Beasê ya li bajarê Şehba û wêneyên Beşar Esed qetandin.
Xelkê Şehbayê roja sêşemê ji endamên Partiya Baasê xwestibû avahiya partiyê beriya roja înê radest bikin û heger nehat radestkirin jî ew ê bikevin navendê.
Xwepêşander îro 1ê Kanûnê li Qada Seyr (Keramê) kom bûn û banga bicihkirina daxwazên xwe kirin ku 107 roj in ji bo wan daxwazan xwepêşandanan dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin