Hevsaredarê Qereyaziyê ku qeyûm ketibû sûna wî wefat kir
PeyamaKurd – Hevşaredarê navçeya Qereyazî ya Erzeromê yê ku qeyûm li şûna wî hatibû danîn, Mehmet Sait Karabakan 47 salî jiyana xwe ji dest da.
Karbakan 22yê Adarê ji ber sekta dil rakiribûn nexweşxanê û li wir tedawiya wî dewam dikir.
Hat ragihandin ku îro beyaniyê li nexweşxanê koça dawî kiriye.
Dê cenazeyê Karabayê bavê 3 zarokan li taxa Reşa ya Qereyaziyê bo axê bê spartin.
Karbakan piştî ku li şûna wî qeyûm hatibû danîn, hatibû girtin û 6 sal û 3 meh cezayê zindanê lê hatibû birîn. Lê ji ber rewşa tenduristiyê hatibû berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin