Dadgehê ji bo 4 hevsaredarên qeyûm li sûna wan danîne biryara hepsa malê da
PeyamaKurd – Dadgehê ji bo 6 kesên hatibûn binçavkirin bi şertê kontrola edlî biryara berdana wan da û ji bo 4 hevşaredarên Sêrt û navçeyên wê jî biryara hepsa malê hat dayîn.
Bi biryara Wezîrê Karê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu 15ê Gulanê li ser 5 şaredariyên HDPê yên Bakurê Kurdistanê qeyûm hatibûn danîn û şaredarên hilbijartî jî hatibûn binçavkirin.
Ji kesên hatibûn binçavkirin, Hevşaredarê Sêrtê Peymandara Turhan, Hevşaredarê Misircê Esmer Baran, xebatkarên Şaredariya Sêrtê Eşref Tekin û Gulçin Koneş, Resul Kaçar û Beşir Aksu, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Ji bo Hevşaredara Sêrtê Berivan Helen Işik, Hevşaredarên Hawêlê Ramazan Sarsilmaz û Ozden Gulmez û Hevşaredarê Misirce Baran Akgal ku dozger daxwaza girtina wan kiribû, dadgehê biryara hepsa malê da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin