Saredara Sûrê ku qeyûm danîbûn sûna wê hat berdan

17 June 2020 18:05 0 dîtin
Saredara Sûrê ku qeyûm danîbûn sûna wê hat berdan

PeyamaKurd - Hevşaredara navçeya Sûrê ya Diyabekirê Fîlîz Bûlûttekîn ku piştî qeyûm danîbûn şûna wê hatibû girtin, hat berdan. Dadgehê herwiha ji bo Hevşaredara navçeşa Dêrikê ya Mêrdînê ku qeyûm danîne şûna wê Mulkiye Esmez jî biryara berdewama girtina wê da ku bixwe nexweşa kanserê ye.

Bi biryara Wezeraa Navxwe ya Tirkiyê, sala 2019an Hevşaredara Sûrê Filîz Buluttekîn a hilbijartî ji kar hatibû dûrxistin û li şûna wê qeyûm hatibû danîn.

Buluttekîn piştre 20ê Adara 2019an bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin dadgehê  7 sal û 15 sal cezayê girtîgehê ji bo dixwest.

Buluttekîn îro bi rêya SEGBISê ji Girtîgeha Erziromê beşdarî rûniştina duyemîn a li Dadgeha Cezayê Giran ya Diyarbekir a 11emîn bû û dadgehê di danişînê de biryara serbest berdena Filîz Buluttekîn da.