Ahmet Turk ji doza ku qeyûm danîbûn sûna wî beraet kir
PeyamaKurd – Dadgeha Cezayê Giran a Sêyemîn derbarê dosyeya ku bûye sedema ji kar dûrxistina Şaredarê Mêrdînê Ahmet Turk de biryara beraetkirinê da.
Heman dosye ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve bûbû sedema hincet nîşandana du caran (salên 2016 û 2019an) ji kar dûrxistina Ahmet Turk û herwiha ji kar dûrxistina hevşaredara Şemrexê Necla Yildirim ku li şûna wan qeyûm hatibûn danîn.
Di dozvekirinê de wekî sedema beşdariya Ahmet Turk a cenazeyekî hatibû nîşandan û Turk û Yildirim ji propagandaya terorê û endamtiya rêxistinê dihatin dadgehkirin.
Di rûniştina îro ya dadgehê de ji bo her sê kesên ji heman dosyeyê dihatin darizandin Ahmet Turk, Necla Yıldırım û Sabri Yuş bi sedema ku sûc çênebûye, biryara beraetkirinê hat dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin