Erdogan û Arinç li ser Ahmet Turk ketin nîqasa qeyûman
PeyamaKurd – Hat zanîn ku di civîna Rêveberiya Navendî ya AK Partiyê de, di navbera Serokê Giştî yê AKP û Serokomar Recep Tayyip Erdogan û yek ji damezrînerê AKPê Bulent Arinç de, li ser dest ji kar kişandina Ahmet Turk nîqaş derketiye.
Li gorî nûçeyê, Bulent Arinç tayînkirina qeyûm li şûna Ahmet Turk rexne kiriye û ji Erdogan re gotiye, “Ahmet Turk nas dikim û hurmeta min jê re heye. Ti pêwendiya wî bi terorê re nrîne. Ew mirovekî aştîxwaz e.”
Erdogan jî bersiv daye û gotiye ku wî berê jî xwestiye ji bo qeyûm bên danîn gav bê avêtin û got, “Yên qeyûman rexne dikin di nav şaşîyeke mezin de ne. Karê me kiriye di cî de ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin