Ahmet Turk: ‘Em bixwazin jî Kurd di hilbijartinê de pistgiriyê nadin Erdogan!’

23 March 2023 18:56 0 dîtin
Ahmet Turk: ‘Em bixwazin jî Kurd di hilbijartinê de pistgiriyê nadin Erdogan!’

PeyamaKurd – Siyasetmedar û Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ku li şûna wî qeyûm hatiye danîn Ahmet Turk, derbarê namzediya hilbijartina 14ê Gulanê ya serokomarîya Tirkiyê de got, kîjan namzed ji bo çareserkirina pirsa Kurd helwesteke erênî nîşan bide ew ê piştgiriya wî bikin û ji bo piştgiriya Erdogan jî destnîşan kir, “Em bixwazin jî Kurd piştgiriya Recep Tayyîp Erdogan ê namzedê Tifaqa Cumhur nakin.”

Ahmet Turk ji K24ê daye xuyakirin: “Siyaseta Kurd aktorek e. Di pêşerojê de li parlamentoyê ji bo xwediyê hêzeke siyasî û bo dayîna biryarên girîng pêwîstî bi piştgiriya Kurd û tifaqa Ked û Azadî heye. Kî di warê demokrasî û jiyaneke aştiyane de gav biavêje û xebatên baş pêk bîne em ê alikariya wî bikin. Kiliçdaroglu an Erdogan ka ji bo pêşeroja gel, ji bo hiqûq û demokrasî û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ka çi difikirin û çi dê bikin? Em li benda bersiva van pirsan in.”

Turk di dewamê de jî dibêje: “Erdogan li hember Kurdan siyaseteke nebaş meşand. Selahattîn Demîrtaş, gelek hevalên me bi hezaran siyasetmedarên Kurd di zindanê de ne. Derbarê gelek hevalên me de doz vekirine. Ji ber vê ne pêkan e ku Kurd, siyaseta Kurd û rêxistinên Kurd piştgiriya Erdogan bikin. Em bixwazin jî ew piştgirî nadin (Erdogan). Kurd li ku derê bin, ew naxwazin ku Kurd bigihijin statuyê. Siyaseteke wiha dimeşînin. Em nabin hevkarê siyaseta ku li dijî Kurdan bê meşandin.”