Ahmet Turk: Kurd ji ber lêgerîna mafên xwe, wekî ‘terorîst’ tên nîsandan

29 October 2023 21:30 0 dîtin
Ahmet Turk: Kurd ji ber lêgerîna mafên xwe, wekî ‘terorîst’ tên nîsandan

PeyamaKurd-  Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, di Konferansa Çareseriya Demokratîk û Aştiyane ya Pirsgirêka Kurd li Stenbolê axivî û rewşa siyasî û civakî ya Kurdan û bandora wan a li Rojhilata Navîn nirxand.

Ahmet Turk got, “Heger li her çar parçeyan bi gelê Kurd re hevgirtinek rast hatibûya nîşandan û nêzîkatiyeke bi mantiqeke ku çand, nasname, bawerî û mafên gelê Kurd ji nedîtî ve hatibûya kirin, Tirkiye û Rojhilata Navîn dê îro gelek cuda bûya."

Siyasetmedar Kurd diyar kir ku li Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên dewletên emperyalîst her cure lîstik tên lîstin û diyar kir ku vîn û pêşeroja gelan di bin îpotekê de ye.

‘Kurd, wekî terorîst tên nîşandan’

Ahmet Turk diyar kir ku "Gelê Kurd bi heman awayî ji berê ve bi polîtîkayên asîmîlasyon û tirsandinê re rû bi rû maye û diyar kir ku kesên li hember êrîşan li edalet, wekhevî û mafan digerin wekî "terorîst" hatine îlankirin.

Gelê çar parçeyî heye û her kes Kurdan wekî metirsîdar dibîne. Lê belê Kurd bi gelên ku pê re dijîn re li ser esasê jiyana wekhev û azad e. Ji bo mîsogerkirina vê jiyanê hewil dide. Lê mixabin ev hewildan bê encam dimînin.

Heger li Rojava, Rojhilat û Bakur bi gelê Kurd re hevgirtinek rast bihata nîşandan û bi mantiqeke ku çand, nasname, bawerî û mafên gelê Kurd ji nedîtî ve nehatibûya dîtin, wê îro Tirkiye û Rojhilata Navîn gelek cuda bûya.”