Ahmet Davutoglu: Ez ê mafên Kurdan biparêzim
PeyamaKurd- Serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu, li bajarê Tirkiyeyê yê Stenbolê di mitînga partiya xwe de axivî. Davutoglu di axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêka Kurd û soza xwdîderketinê da.
Ahmet Davutoglu, di axaftina xwe de hedefên partiya xwe ya ji bo hilbijartinan parve kirin û din av axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêka Kurd û da zanîn ku ew ê li mafên Kurdan xwedî derkeve.
Davutoglu di axaftina xwe de bal şikand ser qeyûmên ku ji bo şaredariyên bajarên bakur hatin tayînkirin û got,
“Di serdema min de qeyûm nehatin tayînkirin. Di dema min de zimanê Kurdî ne qedexe bû.Partiya Gelecekê, partiya Kurdan e, partiya Elewiyan e, partiya Tirkan e. Ez Tirk im, ez ê mafên Kurdan biparêzim.”
Davutoglu di dewama axaftina xwe de ragihand ku ew yekane siyasetmedar e ku wekî Serokwezîrê Tirkiyeyê, serdana Navenda Giştî ya HDPyê kiriye. Davutoglu da zanîn ku ji ber ku guhdariya wî nekiriye û piştgiriya banga şerê çekdariyê ya li PKKê kiriye, wî jî têkoşîna li dijî PKKê careke din daye destpêkirin.
Ahmet Davutoglu, din av axaftina xwe de bal kişand ser zimanê Kurdî jî û got, “Ez dixwazim xwe hînî zimanê Kurdî bikim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin