Ahmet Turk bersiva Erdogan a GBTê da...
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan îro 28ê Adarê berî hilbijartinên 31ê Adarê bi du rojan li ser medya civakî qesta namzedê şaredariya Mêrdînê Ahmet Turk kir û got, ‘Em nikarin 3-5 salan bisekinin. GBTya wan (sicîla lêpirsîn û dozan) li ber destê me amade ye, emê li gorî encamê gavan bavêjin’.
Şaredarê Mêrdînê yê berê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin û ji nû ve bûye namzedê seroktiya şaredariyê, li ser gefên Erdogan daxuyakirin, “Gel her tiştî dibîne, gel hakem e. Dê gel îradeya xwe derxe holê".
Ahmet Turk li ser gotinên Erdogan ji Evrenselê re axivî û got, “Erdogan behsa bêkarî û hejariyê û rewşa aboriyê nake. Bi hedef girtina Kurdan û bi mentiqê neyartiyê xebata hilbijartinê dike. Ev jî polîtîkayeke ji bo derdorên apolîtîk e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin