Ahmet Sik: Îmamoglû dê ji kar bê bidûrxistin û qeyûm dê li sûnê bê tayînkirin

21 February 2025 15:51 0 dîtin
Ahmet Sik: Îmamoglû dê ji kar bê bidûrxistin û qeyûm dê li sûnê bê tayînkirin

PeyamaKurd – Parlamenterê Stembolê yê Partiya Karkerên Tirk (TÎP) Ahmet Şik îdia kir: “E Îmamoglû dê ji kar bê bidûrxistin û qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Stembolê bê kirin.”

Derbarê pêvajoya ku bi operasyona li dijî şaredariyên Partiya Komarê ya Gel (CHP) dest pê kir û bi binçavkirinên li dijî endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dewam dike, Parlamenterê Partiya Karkerên Tirk (TÎP) ê Stembolê Ahmet Şik bi Rojnameya Dûvarê re axivî.

Li ser pirsa “Beriya operasyonên HDKyê bi Ayşe Barım re dosyayeke nû ya Geziyê pêşkêşî me kirin. Li gorî ev operasyon dê dawî li kû biqedin?” Parlamenterê TÎPê Ahmet Şik bersiva pirsê da û wiha got:

“Bi îhtîmaleke mezin berxwedana Geziyê ya ku bi girtina Ayşe Barîm re weke amûreke polarkirinê dîsa ket dewrê, dê bi lêpirsîna HDKyê ve bê têkildarkirin. Wê vê yekê bi modela lihevhatina bajarî re bikin yek, Îmamoglû dê ji kar bi dûr bixin û qeyûm tayîn bikin Şaredariya Bajarê Mezin a Stembolê bikin.”