Saredarê Esenyurtê Ahmet Ozer hat girtin: Îdîa kirin qeyûm tayîn kirine!
PeyamaKurd – Serokê Şaredariya Esenyurtê ya CHPê Ahmet Ozer ku doh danê sibê hatibû desteserkirin, bi îdiaya 'endamê rêxistina PKK/KCKê ye" hat girtin.
Li gor nûçeya Habertürkê, hat îdiakirin ku Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê Qeymeqamê Beşîktaşê Oguzhan Bîngol wek qeyûm tayînî Şaredariya Esenyurtê kiriye.
Ahmet Ozer danê sibê ji mala xwe bi hinceta endamtiya rêxistina PKKê hat desteserkirin.
Ji ber ku Ozer di belgeyên ku ji mehkûmê PKKyî yê ku cezayê wî li Girtîgeha Diyarbekirê qediyabû hat bidestxistin, di tîrmeha 2023an de derbarê Ozer de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ve lêpirsîn hatibû destpêkirin.
Ahmet Ozerê ku hat desteserkirin sewqî Edliyeya Stenbolê hat kirin. Dest bi sitendine îfadeya Ozer hat kirin.
Piştî karên îfadeyê yên li Edliyeyê bi dawî bûn, Ozer bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê ji aliyê dadgehê ve sewqî dadgehê hat kirin, hat girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin